Li ser erdê xelkê Efrînê 100 xanî ji malbatên çekdaran re hatin lêkirin

30 July 2020 14:51 0 dîtin
Li ser erdê xelkê Efrînê 100 xanî ji malbatên çekdaran re hatin lêkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji bo mayîndekirina guhertina demografiya herêmê Tirkiye û komên çekdar dest bi lêkirina avahiyên nû kirine daku li malbatên çekdaran û kesên ji derve hatine di wan de bicih bikin. Li gorî zanyariyan heta niha li ser erdên xelkê resen ê Efrînê ku dest danîne ser, 100 xanî ji bo malbatên çekdaran hatine lêkirin.

Hat zanîn ku bi biryara Tirkiyê ‘Odeya Endazeyarên Meclîsa Herêmî û Desteya Ewqafê’ ya li Efrînê, erdên xelkê resen ê Efrînê li ser malbatên xwe belav dikin.

Li gorî agahdariyên xelkê herêmê, dest danîna ser mal û xaniyên niştecihên resen ên Efrînê bi armanca lêkirina avahiyên nû ye ku wê malbatên çekdaran di wan de werin bicihkirin.

Malpera Çalakvanên Efrînê jî ev yek bi raporekê piştrast kiriye û diyar kiriye, ‘karmendên ku dewleta Tirk erkdar kirine 400 metre erd li ser her malbateke çekdaran belav dikin’.

Malperê da zanîn, erdê di navbera gundê Tirindê û Zerka li ser malbetên xwe par dikin ku heta niha hezar malbatan erd birine û ji wan re 100 xanî hatine lêkirin.