Li ser erdên Kurdan ji bo ereban wargeheke mezin tê avakirin: 'Malbatên DAISê ji Bexdayê mûçe distînin'
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hikûmeta Iraqê nêzîkbûneke wekî şehîd, malnişîn û fermanber ji bo malbatên DAIŞê dike û Heşdî Şeibî ji vê rewşê haydar e ku gelek malbatên DAIŞê ji Nînowa re hatine vegerandin û mûçe ji Bexdayê werdigrin.
Berpirsê ofîsa hilbijartinan a baskê 14ê yê PDKê li Nînowa Menaf Mihemed Hesen li ser vegerandina malbatên DAIŞê bo Nînowayê gotiye: “Hikûmeta Iraqê bixwe dizane dema biryar hat dayîn malbatên DAIŞê bên Nînowa, temamê xelkê jê nerazî bû. Lê wan malbatên DAIŞê anîn Nînowa û ew kesê biryara vegera wan daye, ew ji bo armancekî taybet kiriye, ku wan wek bombeyekî li Nînowa danîne û her rojekî derfet ji bo wan çêbe, dê ji kampan derkevin û dê bigihin terorîstên DAIŞê.”
Li gorî nûçeya BasNewsê berpirsê ofîsa PDKê li ser guhertina demografiya Deşta Nînowa jî daye zanîn: “Guhertina demografiya Deşta Nînowa ne tenê li hember Mesîhiyan hatiye kirin, ew guhertin xelkê kurd jî girtiye nav xwe. Salên heştêyan rejîma Beis xelkê Besra û Necef û Diyale anîn Nînowa û bi taybet navçeyên Kurdan bicîh dikirin. Naha jî heman siyaset li Deşta Nînowa birêve diçe, ku Heşdî Şeibî li Nînowa desthilatdar e. Ew navçeyên ku yên Mesîhiyan in, hesaba navçeyên Kurdistanî ji wan re tê kirin û nabêjin ew Mesîhî ne. wek navçeyên Bertile û Tilkêf û Başîk û Hemdaniye Heşdî Şeibî kar ji bo guhertina demografiyê dike û xelkê erebên şîe tîne navçeyê niştecîh dike.’’
Derbarê erd û zeviyên kurdan de jî Menaf Mihemed Hesen ragihand: “Erd û zevî bi pereyekî zêde têne firotin û Heşdî Şeibî jî destê wê tê de heye. Wan razîbûn nîşan daye ji bo hin xelk hene bêne Nînowa, bi taybet jî li navçeyên kurdan. Niha nêzîkî bendava Mûsilê li aliyê rastê wargeheke mezin li ser erdên kurdan ji bo xelkê ereb ava dikin. Heşdî Şeibî razî bûye bo avakirina xaniyan li ser dehan donimên wan erdan.”
Derbarê vegera xelkê kurd ji bo Nînowayê jî Menaf Mihemed Hesen got: “Heta niha sedî 85ê xelkê nevegeryaye ser mal û halên xwe. Ji ber baweriya wan bi Heşdî Şeibî nayê û benda vegera hêzên Pêşmerge ya ji bo navçeyê ne. Eger Pêşmerge vegere navçeyê xelkê koçber jî dê vegere ser mal û halên xwe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin