Kerkûk | Ereban gundê Kurdan dagir kir û dest danî ser 1500 donim erdên wan
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li gundekî qezaya Dubiz a girêdayî parêzgeha Kerkûkê erebên hawirde piştî dest danîn ser erdên nava gund dest bi çêkirina xaniyan kirin û niha jî dest danîne ser 1500 donim erdên wî gundî û dixwazin hemû gund dagir bikin.
Li gorî nûçeya BasNewsê muxtarê gundê Emşe ya ser bi qeza Dubizê Kwêxa Kazim gotiye: “Gundê Emşe xwedî du hezar donim erde û niha erebên hawirde 1500 donim erd dagir kirine û tenê 500 donim erd di dest cotkarên gund de mane û dixwazin temamê gund dagir bikin.’’
Kazim daye zanîn: “Roja Pêncşema borî erebên hawirde amûrên çêkirina xaniyan anîn nav gund ku xaniyan çêbikin û em jî rêgir bûn û piştre bû şer. Êdî herdu alî me gilî li hev kir, lê naha hinekên din hatine xaniyan çêdikin, ewqas zêdene ku dikarî rêgiriya beşekî bikî, rewş waha ye û berdewam dikin di xanî çêkirinê de.”
Muxtarê gund dibêje: “Hêzên ewlehiyê û parêzgerê sepandî yê Kerkûkê li pişt wan erebên hawirde ne û êdî ew dagirkeriye bo wan diçe serî û em jî dê dozê vekin, lê ew bi nivîsa fermî ya Rakan Cibûrî ve vedigerin û hêza wan jî heye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin