Efrîn | Navê ‘Kurdistan’ yê jina Kurd kirin Gulistan
PeyamaKurd - Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê derbarê kuştin, revandin û kiryarên dijî Kurdên niştecihên Efrînê de raporek belav kir.
Di raporê de nav bi nav behsa binpêkirinên mafên mirovan û kiryarên çekdarên opozîsyonê yên girêdayî artêşa Tirkiyê tê kirin û tê gotin, tenê ji 19ê Hezîranê ve 7 welatî ji gundekî Efrînê hatine revandin û çarenivîsa wan hîn jî nediyar e.
Rêxistan Mafên Mirovan balê dikişîne ser kiryarên berdewam û dide xuyakrin li bajarê Efrînê, jinek bi navê Kurdistan Hesen dema xwest nasnameya ya nû derxe, Rêveberiya Karûbarên Îdarî ya Efrînê navê wê guhartin û kirin “Gulistan Hesen”. Xanima bi navê Kurdistan herçiqas çend caran ji wê dezgeha ji aliyê Tirkiyê ve hatiye danîn xwestiye navê wê yê rastî di nasnamê de deynin jî sererast nekirine.
Kurdistan Hesen bang li rêxistinên yasayî û mirovî dike, li hember van binpêkirinan rawestin û navê wê yê rast bê tomarkirin, ji bo ku karibe mafên xwe yên medenî bikar bîne.
Di raporê de herwiha yek bi yek behsa revandin, dizî, xwestina bac û fîdyeyê ku li xelkê Efrînê ji aliyê komên çekdarên tundrê ve tê ferzkirin dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin