Li Belçîkayê navê kuçeyekê kirin ‘Kurdistan’

02 June 2024 09:27 0 dîtin
Li Belçîkayê navê kuçeyekê kirin ‘Kurdistan’

PeyamaKurd – Li welatê Belçîkayê bajarokê Herzele yê eyaleta Flanders navê kuçeyekê ‘Kurdistan’ hat danîn.

Di merasîma danîna nav de Şaredarê Herzele Johan Julia Emiel Dominick Van Tittelboom, Nûnerê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê yê Ewropayê Ebdulkerîm Omer û Serokê Enstîtuya Kurd a li Belçîkayê Derwîş Ferho beşdarî kirin.

Ebdulkerim Omer beriya merasîmê bal kişand ser dagirkirina Kurdistanê û komkujiyên li dijî kurdan hatine kirin.

Di merasîmê de perdeya li ser tabelaya ‘Kurdistan’ a kuçeyê hate rakirin û ev biryara Şaredariya Herzeleyê bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin.

Bajarokê Herzele ku navê Kurdistan li kuçeyeke wê hatiye danîn, li gorî serjimariya 2021ê 18 û 414 şênî lê dijîn.