El-Sehaf: Dîplomasiya Iraqê wê helwesteke tund li hember êrîsên ser serweriya Iraqê nîsan bide
PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Iraqê, berdewamiya kombûna civaka navdewletî li hember êrîşên vê dawiyê yên Tirkiyê piştrast kir û got, dîplomasiya Iraqê wê helwesteke tund li hember êrîşên ser serweriya Iraqê nîşan bide.
Li gor Berdevkê Wezareta Karên Derve Ehmed El-Sehaf diyar kir: “Iraq hîn jî hewlên hemû hevkar û dostên xwe kom dike ji bo piştrastkirina gotara hikûmeta Iraqê ku di encama xebata komîteya lêkolînê ya ku li ser fermana Serokwezîr Mistefa Kazimî hatiye avakirin bi serpereştiya Wezîrê Karên Derve Fûad Husên û serkirdeyên ewlekariya Iraqê."
Herwiha El-Sehaf eşkere kir: "Rapora komîteyê destnîşan kir ku di êrîşa vê dawiyê de, ku bombekirina seyrangehekê li parêzgeha Duhokê bû, destê Tirkiyê hebû û hemû delîl vê yekê rast dibînin.
Wezaretê bal kişand ser wê yekê ku "Iraq berdewam e li ser hemahengî û danûstandina ligel hemû aliyan derbarê her tiştê ku bandorê li serweriya Iraqê dike" û tekez kir ku "Dîplomasiya Iraqî wê helwestek tund hebe."
Di berdewamiyê de da zanîn, çûna Iraqê ya Encûmena Asayişa Navdewletî, di çarçoveya êrîşa vê dawiyê ya li ser serweriya Iraqê li parêzgeha Duhokê hat û got: "Ev êrîş bi serê xwe di çarçoveya binpêkirin û êrîşan de tê."
El-Sehaf diyar kir: "Wezareta Karên Derve 22 hezar û 742 binpêkirin û êrîş ji sala 2018an ve heta roja giliya Iraqê ji bo Encûmena Asayişa Navdewletî belge kirine û herwiha 296 name û yadeştname nerazîbûnê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve li dijî aliyê Tirkiyê di vê çarçoveyê de hatine şandin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin