Elawî: Rewsa Iraqê ne amade ye ji bo hilbijartina Parlementoya Iraqê

04 August 2021 13:34 0 dîtin
Elawî: Rewsa Iraqê ne amade ye ji bo hilbijartina Parlementoya Iraqê

PeyamaKurd – Serokê Hevpeymaniya Weteniye Eyad Elawî di derbarê hilbijartinên Iraqê de axivî û diyar kir, ne dema hilbijartinê ye.

Eyad Elawî ji medyayê re daye zanîn: ‘‘Pêwîst e Îran û Amerîka dev ji Iraqê û gelê wê berdin, da ku ew çarenivîsa xwe diyar bikin.’’

Herwiha Eyad Ellawî destnîşan kiriye, rewşa Iraqê ne amade ye ji bo hilbijartina Parlementoya Iraqê.

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malîkî jî eşkere kiriye, nabe bi rêya bikaranîna hêzê hilbijartin were paşxistin.

Herwiha Balyozê Yekîtiya Ewropayê Martin Hot piştevaniya xwe ji bo encamdana hilbijartinan anîbû ziman û ragihandibû, Yekîtiya Ewropayê 5 milyon û 500 hezar EURO alîkarî ji Komîsyona Hilbijartinên Iraqê re şandiye.

Biryar e 10.10.2021ê hilbijartina pêşwext a Iraqê birêve biçe. Lêbelê heta niha 25 partî û aliyên siyasî ji beşdariya hilbijartinê vekişiyane.