Serok Barzanî ligel Izet Sahbender rewsa siyasî ya Iraqê û proseya pistî hilbijartinan gotûbêj kir

05 December 2021 15:17 0 dîtin
Serok Barzanî ligel Izet Sahbender rewsa siyasî ya Iraqê û proseya pistî hilbijartinan gotûbêj kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 5ê Kanûnê roja Yekşemê pêşwazî li siyasetmedarê serbixwe yê Iraqê Izet Şahbender kir.

Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê û encamên hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê ya 10ê Cotmeha borî hatin guftûgokirin.

Herwiha di civînê de her du aliyan ronahî xistin ser rêçareyên ji bo derbaskirina krîz û qeyranên di nava proseya siyasî ya Iraqê de.