PDK: Em amade ne tevlî hilbijartina Iraqê bibin

17 July 2021 21:52 0 dîtin
PDK: Em amade ne tevlî hilbijartina Iraqê bibin

PeyamaKurd – Berpirsê baregeha hilbijartinan yê PDK Xesro Goran bo K24 ê ragihand ku ew amade ne bo tevlî hilbijartina Iraqê ya di 10 ê cotmehê de bibin. Xesro Goran ragihand ku PDK ji sala 1992 an de tevlî hilbijartinan dibe û weha got:

“Em weka PDK, ji sala 1992 an de heya niha em terefdarê hilbijartineka paqij, adil û bê pirsgirêkin. Bi vê armancê li her derê Herêma Kurdistanê û li temamê herêmên Kurdistanî dê dê çavdêrên me yên ser sindoqan hebin.

Di hilbijartina Iraqê ya di 10 ê cotmehê de îhtîmal heye ku em tevlî hilbijartinên li Kerkûk, Şengal, Xaneqîn û deverên di derveyê rêvebiriya Kurdistanê de nebin. Ji ber baregehên me hatine dagirkirin, kadroyên me li van herêman tinene û namzedên me nikarin bikevin nav wan bajaran. Lê hevdîtinên me bo vekirina ofîsan li wan herêman û bo em karibin herin wan ciyan, bi hukumeta Bexdayê re dewam dikin.

Di derveyê deverên Kurdistanê de, namzedên me li 30 ciyan zêdetir hene. Weka Bexda û Kerbelayê. PDK bo rewşa xwe ya di parlementoya Iraqê de biparêze û bandora xwe zêdetir bike her hewlê dide xwe.”