Emar Hekîm pîrozbahî li PDK û Serok Barzanî kir

16 August 2023 18:29 0 dîtin
Emar Hekîm pîrozbahî li PDK û Serok Barzanî kir

PeyamaKurd - Ji bo 77emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî PDKê û Serok Barzanî kir û got: “Em hêvîdar in pirsên rawestandî yên navbera hikûmetên Herêma Kurdistanê û Federal li ser bingeha Destûrê çareser bibin.”

Emar Hekîm di peyamê de diyar kir: “Em pîrozbahiyê li serkirdetî û cemawera Partiya Demokrat a Kurdistanê dikin, bi taybetî birayê têkoşer ustad Mesûd Barzanî bi boneya derbasbûna 77 sal di ser damezrandina vê partiyê re, ku bi xebat û têkoşîna demdirêj li dijî dîktatoriyê tê cudakirin û mil bi milê hêzên netewî di berhemanîna proseyeyeke demokrasiyê de piştî 2003an, rawestiyaye.”

Hekîm got: “Em hêvîdar in, ev bone bibe derfetek ji bo bihêzkirin û geşepêdana yekrêziya niştimaniyê li Herêma Kurdistanê û Iraqê û karkirina ji bo dîtina çareseriya guncaw ji bo pirsên rawestandî yên navbera hikûmetên Herêm û Federal li ser bingeha Destûrê.”