Serok Barzanî û Emar Hekîm rewsa siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 9ê Cotmehê pêşwazî li Serokê Tevgera Niştîmanî ya Hîkmeyê Emar Hekîm û şanda pê re kir.
Di cvînê de, berdewamiya diyalogê ji bo çareserkirina kêşeyên siyasî yên Iraqê û ligel Herêma Kurdistanê hate destnîşankirin.
Baregeha Barzanî derbarê civînê de ragihand ku di hevdîtinê de dîtin û nerîna li ser rewşa siyasî ya Iraqê û bizavên lihevnêzîkirina dîtin û nerînên aliyan û berdewamiya diyalogê ji bo çareserkirina kêşeyan gotûbêj kirin.
Herwiha tekezî li ser dostanî û pêwendiyên baş û dîrokî yên di navbera herdu aliyan de û pêdivîya parastin û baştirkirina wê pêwendiyê û dostîniyê hate kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin