Encamên Pêsbirka Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter diyar bûn
PeyamaKurd - Encamên Pêşpirka Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad diyar bûn. Xelat 21ê Îlonê roja şemiyê dê bi merasîmekê bên belavkirin.
Di warê nûçeyên kurdî de Gokhan Altay bi nûçeya xwe ya “Qeyûmên Sîlopiyê erdên aîdî şaredariyê bi erzanî firot rêveberên AKPyê” bû yekemîn.
NÛÇEYÊN DERBARÊ QEYÛMAN DE XELAT WERGIRTIN
Di pêşbirkê de di warê nûçeyên tirkî de, jûrîyê xelat daye du kesan. Ji Ajansa Mezopotamyayê Ahmet Kanbal bi nûçeya xwe ya “Çerxa gendeliyê ya 244 hezaran a şêwirmendê qeyûm di belgeyan de cih girtiye’ û ji rojnameya BirGünê jî Huseyîn Şîmşek bi nûçeya xwe ya “274 zarok welidîn” bi ser ket. Her wiha ji Euronewsê Rabîa Çetîn jî bi nûçeya xwe ya “Her çiqas nasname hebe jî penaberê sûriyeyî şandine herêma El Nûsrayê’ Xelata Juriyê wergirt.
Di warê nûçeyên jinan de li ser navê rojnamevanên jin ên girtî edîtora Jinnewsê Kîbriye Evren hêjayî xelatwergirtinê hati dîtin.
Fotoğraf jürisi, 'Kadın Eli' fotoğrafıyla EPA foto muhabiri Sedat Suna ve 'Abluka ve Kadın Direnişi' fotoğrafıyla Jinnews muhabiri Rojda Aydın'ın birinciliği paylaşmasına karar verdi. https://t.co/2agvrnSA8g pic.twitter.com/T25kHNHFyE
— Yeni Yaşam Gazetesi (@yeniyasamgazete) September 17, 2019
XELATA RÛMETÊ BO AKYOL, ÎZGOREN Û KILIÇ HAT DAYÎN
Her wiha juriyê îsal biryar da Xelata Rûmetê jî bide rojnameger Huseyîn Aykol, helbestkar Hicrî Îzgoren û Parêzer Ozcan Kiliç.
Di warê xelata wêneyan de jî peyamnêra Jinnewsê Rojda Aydin, bi wêneyê xwe yê “Dorpêç û berxwedana jinê” û peyamnêrê fotografan ê European Pressphoto Agencyê (EPA) Sedat Suna jî bi wêneyê xwe yê bi navê “Destê Jinê” hêjayî xelatê hatin dîtin.
Di warê karîkaturê de jî Aşkin Ayrancioglûyî bi xêza xwe ya bi navê “Yok Edici” (Tuneker) hêjayî xelatgirtinê hat dîtin.
LIJNEYA HILBIJARTINÊ WIHA BÛ
Nûçeyên kurdî: Sûna Tunç, Ramazan Umar, Semîha Alankûş, Ferîd Demîrel û Mehmet Alî Ertaş.
Nûçeyên tirkî: Tugrul Eryilmaz, Candan Yildiz, Fatîh Polat, Faruk Eren, Îbrahîm Varli û M. Ferhat Çelîk.
Nûçeyên jinan: Nevîn Cerav, Mehveş Evîn, Melîs Alphan, Nejla Demîr û Berîtan Elyakut.
Wêne: Mûstafa Seven, Abdurrahman Gok, Ozcan Yaman, Ramazan Ozturk û Nazmî Belge.
Karîkatûr: Dogan Guzel, Gulay Batur, Îmam Cîcî û Sefer Selvi.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin