Xelatên Pêsbirka Rojnamevanî ya Mûsa Anter hatin dayîn
PeyamaKurd – Xelatên Pêşbirka Rojnamevaniyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad ên 27emîn, bi merasîmekê li Stenbolê hatin dayîn.
Merasîma Xelatên 27emîn Pêşbirka Rojnamemvaniyê ya Mûsa Anter, doh êvarê 21ê Îlonê li Navenda Çand ya Cemîl Candaş a şaredariya Şîşlî ya Stenbolê hat lidarxistin.
Ji Ajansa Mezopotamyayê Ahmet Kanbal û ji rojnameya BîrGunê Huseyîn Şîşek di qada nûçeya tirkî de xelata nûçeya herî baş, ji Euronewsê Rabî Çetîn xelata juriyê, di qada kurdî de ji Ajansa Mezopotamyayaê Gokhan Altay xelata nûçeya herî baş, di warê wêneyan de ji EPA'yê Sedat Sûna û ji Jinnewsê Rojda Aydin xelat wergrtin. Di warê karîkaturê de jî Aşkin Ayrancioglû xelat wergirt.
Parlementerên HDP û CHPê, malbatên şehîdên çapemeniya azad, Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê, Şaredarê Şîşliyê Mûammer Keskîn, TJA, DÎK, DÎAY-DER, HDK, EMEP, Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê, rêveberin HDPya Stenbolê, Înîsyatîfa Rojnamevanên Azad, kurê Mûsa Anter Dîcle Anter û xebatkarên medyayê beşdarî merasîma xelatdayînê bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin