Encumena Dadweriya Kurdistanê: Qanûna Neft û Gazê, li ser Destûra Qanûna Esasî hatiye danîn

17 May 2022 13:54 0 dîtin
Encumena Dadweriya Kurdistanê: Qanûna Neft û Gazê, li ser Destûra Qanûna Esasî hatiye danîn

PeyamaKurd-Encumena Dadweriya Kurdistanê, li ser amajeyên Dadgeha Federalî ya Iraqê ya li ser neft û gaza Kurdistanê, bersiv da. Ji aliyê Encumena Dadweriya Kurdistanê ve hat ragihandin ku qanûna neft û gazê ya Kurdistanê qanûnî ye û li ser Qanûna Esasî ya Iraqê hatiye danîn.

Ji Dadgeha Federalî ya Iraqê hatibû amajekirin ku ‘Qanûna neft û gazê ya Herêma Kurdistanê, ne destûrî ye û divê were betalkirin.’ Li gorî daxuyaniya Encumena Dadweriya Kurdistanê ya bersivdayînê; ew qanûna neft û gazê ya ku Hikûmeta Kurdistanê pê kar dike, bi temamî li gorî Destûra Iraqê ya ku di sala 2005an de hatiye nivîsandin e. Ji ber vê yekê jî qanûna neft û gaza Kurdistanê, ne li dijî Destûr û qanûnên Iraqê ye.

Li gorî daxuyaniya Encumena Dadweriya Kurdistanê; ‘Qanûna neft û gaza Kurdistanê Destûr binpê nekiriye lewra li gorî madeyên 110 û 112 yên Destûrê, neft û gaz tenê ne di destên Hikûmeta Navendî de ye, ji ber wê jî Herêma Kurdistanê dikare bi xwe nefta xwe derxe û bifiroşe.’