Encumena Dadweriyê li ser betalkirina qanûna neft û gaza Kurdistanê daxuyaniyek belav kir

04 June 2022 16:32 0 dîtin
Encumena Dadweriyê li ser betalkirina qanûna neft û gaza Kurdistanê daxuyaniyek belav kir

PeyamaKurd – Encumena Dadweriya Kurdistanê di derbarê biryara Dadgeha Federal ya Iraqê ya li ser betalkirina qanûna neft û gaza Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û diyar kir, qanûna neft û gaza Kurdistanê ne li dijî Destûra Iraqê ye û dadgeha federal ya Iraqê jî nikare wê qanûnê betal bike ji ber ku dadgeh bi xwe ne Destûrî ye.

Encumena Dadweriya Kurdistanê eşkere kir, qanûna neft û gaza Kurdistanê ku sala 2007 ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hatiye pesendkirin, ne li dijî Destûra Iraqê ye û qanûnî û Destûrî ye. Ji ber wê jî ew qanûn aktîf dimîne.

Encumena Dadweriya Kurdistanê herwiha destnîşan kiriye, ji aliyekî din ve Dadgeha Federal a Iraqê nikare qanûna neft û gaza Kurdistanê betal bike ji ber ku ew sazî ne li gorî Destûrê hatiye damezirandin, loma divê destpêkê dadgehek Destûrî ya Federal were avakirin, paşê li ser mijarê gotûbêj were kirin.