Encumena Dadweriyê ji bo dûvçûna êrîsa çend efserên polîs komîteyek pêk anîn
PeyamaKurd – Encumena Dadweriya Kurdistanê diyar kir, ji bo dûvçûna êrişa çend efserên polîs li dijî çend jinan li nav Dadgeha Silêmaniyê komîteyek pêk anîne.
Li gor zanyariyan, do li Dadgeha bajarê Silêmaniyê çend efserên polîs li çend jinan dan ku ji bo şopandina dosyeya mirovekî xwe li dadgehê bûn.
Di derbarê mijarê de Encumena Dadweriya Kurdistanê daxuyaniyek da û got, ew ji vê yekê nîgeran in ji ber wê jî biryar dane komîteyekê bo dûvçûna wê mijarê pêk bînin û rastiyan ji raya giştî re derxînin holê, paşê çi pêwîst bike, bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin