Encumena Nûneran ji bo Ûkrayna Îsraîl û Taywanê alîkariya 95 milyar dolarî pesend kir
PeyamaKurd - Çar pêşnûmayên ku ji bo Ûkrayna, Îsraîl û Taywanê, bi giştî 95 milyar dolar alîkariya ewlehiyê tê dayîn ji aliyê Encûmena Nûneran a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve hate pesendkirin.
Lê belê ji bo pesendiya wê mîsoger bibe, divê ev pakêta alîkariyê hefteya bê ji aliyê Senatoyê ve jî bê pesendkirin.
Pakêta alîkariyê ya ku demeke dirêj e li benda pesendkirinê ye, li Encumena Nûneran a ku Komarparêz tê de serdest in, tevî dijderketina hin Komarparêzan jî hate pesendkirin.
Di pakêtê de 61 milyar dolar alîkariya leşkerî ya ji bo Ûkraynayê heye. Tê plankirin ku ji sêyeka vê hejmarê zêdetir ji bo nûkirina çek û cebilxaneyan bê veqetandin.
Serokê DYAyê Joe Biden diyar kir ku ev pakêtên alîkariyê wê ji bo Îsraîl û Ûkraynayê bibin piştgiriyeke pir gring; wê alîkariya mirovî ya lezgîn ji Xezze, Sûdan, Haîtî û herêmên din re peyda bike û li herêma Hînd-Pasîfîkê jî piştgirî bide ewlehî û aramiyê.
Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelenski jî di derbarê pesendkirina pakêtê de got ku “Bi pesendkirina pakêtê re, wê ji Ûkraynayê re 61 milyar dolar alîkariya leşkerî û aborî bê dayîn û ev yek wê bi hezaran jiyanan rizgar bike.”
Di nav alîkariyê de 9 mîlyar dolar piştgiriya aborî ku Ûkrayna li DYAyê venagerîne jî heye.
Rûsyayê di Sibata 2022an de li dijî Ûkraynayê dest bi hêrişa dagarkirinê kir. Di şerê ku ji wê demê û vir ve didome de, ji her du aliyan bi hezaran leşker jiyana xwe ji dest dan û bi mîlyonan Ûkraynayî jî neçar man ku cih û warên xwe biterikînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin