Encûmena Wezîran îro civîna xwe ya heftane li dar dixe
PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, îro 6/16/2021 bi serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, civîna xwe ya heftane li dar dixe.
Fermangeha Medya û Zanyariyan diyar kir, di civînê de dê li ser van mijaran bê nîqaşkirin:
Yekem: Pêşkêşkirina kurteya serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya birêz Serokê Encûmena Wezîran bo Ewropayê.
Duyem: Pêşkêşkirina pêşhatên dawiyê yên guftûgoyên bi wezaretên darayî, petrol û bazirganiyê (TBI) re ji bo cibicîkirina madeya 11 a Yasaya Budçeya Iraqa Federal a sala 2021 û pêşkêşkirina derencamên civîna dawiyê ya şanda danûstandkar a ji bo vê mebestê di rojên 31/5 ta 2/6/2021 û roja 7/6/2021 li Bexdayê.
Sêyem: Mijara reşnivîsa projeyasaya budçeya Herêma Kurdistanê ya ji bo sala 2021.
Çarem: Pêşkêşkirina pirsa rêkxistina dewama sazî û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku pêştir ji bo vê mebestê biryarek ji aliyê Fermangeha Hevahengî û lêkolînan ve hatibû amadekirin û arasteyî endamên Encûmena Wezîran hatibû kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin