Endamê Kongresê Bacon: Em ê hewl bidin aramiya Herêma Kurdistanê biparêzin

29 February 2024 11:32 0 dîtin
Endamê Kongresê Bacon: Em ê hewl bidin aramiya Herêma Kurdistanê biparêzin
PeyamaKurd – Endamê Kongreya Amerîkayê Don Bacon diyar kir ku ew ê her tim dengê Kurdistanê li Amerîkayê bin û hemû hewlên xwe bidin ji bo parastina asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya bo Washingtonê de li gel endamê kongreya Amerîkayê Don Bacon civiya.

Mesrûr Barzanî kêfxweşiya xwe ya li hember hewl û xebata aliyên piştevanên Kurdistanê di kongreyê de nîşan da û balkişand li ser girîngiya dabînkirin û rêzgirtina li mafên destûrî û pêkhateya Herêma Kurdistanê.

Endamê Kongresê Bacon tekezî li ser wê yekê kir ku ew ê her tim dengê Kurdistanê yê li Amerîkayê bin û ji bo parastina asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê her tiştî bikin.