Endamê PDK-Sê: Divê komîteyek ji bo lêkolîna kustina Emîn Îsa were pêkanîn

01 July 2021 10:01 0 dîtin
Endamê PDK-Sê: Divê komîteyek ji bo lêkolîna kustina Emîn Îsa were pêkanîn

PeyamaKurd – Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Neşet Zaza li ser kuştina Emîn Îsa axivî û da zanîn, divê komîteyek ji bo lêkolînê were pêkanîn.

Endamê Polîtburoya PDK-Sê Neşet Zaza diyar kir: "Her dema miletê me çaverê dikin ku danûstandinên Kurdî - Kurdî çêbibin, şaxên PKKê li Kurdistana Sûriyê yên ku naxwazin ev danûstandin bigîhin qonaxa sereke, bi kiryaran radibin da ku vê danûstandinê têk bibin."

Neşet Zaza destnîşan kir, bûyera Emîn Îsa tenê bi daxuyaniya ku hatiye belavkirin çareser nabe û ji aliyên pêwendîdar ên Rêveberiya Xweser daxwaz dike ku komîteyek were pêkanîn û li ser bûyerê lêkolînê bikin.

Zaza eşkere dike: “Ev ne cara yekem e ku şaxên PKKê li Kurdistana Sûriyê van kiryaran dikin û dibêjin 'ne em in', bi dehan car buroyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) hatin şewitandin û alîgirên ENKSê hatin girtin, digotin ne li cem me ne.”

Endamê Polîtburoya PDK-Sê Neşet Zaza da zanîn, wan li ser bûyera kuştina Emîn Îsa heta niha ti danûstandin bi HSDê re nekirine.

Emîn Îsa Emîn ji serê vê mehê ve ji aliyê asayîşê ve bêyî ti tometekê hatibû girtin û pişt 27 rojan termê wî radestî malbata wî hatibû kirin. Rapora bijîşkan dibêje Emîn di bin îşkenceyeke tund de can daye.

Pişt derbasbûna 27 rojan li ser girtina wî, termê wî radestî malbata wî hatiye kirin, ku nîşanên lêdanê û îşkenceyê bi eşkere li ser tevahiya laşê wî hene. Malbata wî jî dibêje ti tomet li ser Emîn nehatibû belgekirin û bi awayekî hov ji aliyê asayîşê ve hatiye kuştin.