Eniya Tirkmen û Hevpeymaniya Erebî rûnistina Encûmena Kerkûkê boykot dikin

23 August 2024 16:20 0 dîtin
Eniya Tirkmen û Hevpeymaniya Erebî rûnistina Encûmena Kerkûkê boykot dikin

PeyamaKurd - Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê ragihandiye ku sibe Şemiyê Encûmena Kerkûkê dê bicive û bang li hemû aliyan hatiye kirin beşdar bibin.

Firaksiyonên Eniya Tirkmenî û Hevpeymaniya Erebî li Kerkûkê red dikin ku tevlî wê rûniştinê bibin û wekî rûniştineke neyasayî bi nav dikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, 10ê Tebaxê bêyî beşdariya endamên encûmena Kerkûkê yên PDK, Eniya Tirkmenî û hejmareke endamên Ereb ên Civata Parêzgeha Kerkûkê, li Bexdayê ji YNKê Rebiwar Taha wek Parêzgerê Kerkûkê hate hilbijartin.

Di hilbijartina otela Reşîd a Bexdayê de tevî ku 19 post ji bo Tirkmenan jî hatin destnîşankirin, Tirkmen red dikin wan postan werbigirin û rûniştina hotela Reşîd nedestûrî û neqanûnî dihesibînin.

Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê Mihemed Hafiz ragihandiye sibe 24ê Tebaxê li ser daxwaza Civata Parêzgeha Kerkûkê ji bo danûstandinên li ser çend pirsan bê kirin, bicivin.

Eniya Tirkmenî û Partiya Siyade ya Suneyan biryara boykotkirina wê rûniştinê dan ku hîn PDKê jî bi awayekî fermî biryar nedaye beşdarî rûniştinê bibe.