Kerkûk | YNKê pêsniyara Eniya Tirkmen a parêzgariya dorvegerî red kir
PeyamaKurd – Yekîtiyla Niştimaniya Kurdistanê (YNK) pêşniyara Eniya Tirkmen a bo parêzgariya Kerkûkê ya dorvegerîla 16 mehan red kir.
Berpirsê navenda hilbijartinan a Kerkûkê yê YNKê Şerzad Samad eşkere kir, wan bersiva neyînî daye pêşniyara Eniya Tirkmen a parêzgariya dorvegerî û got, wê YNK hefteya bê dest bi hevdîtinên bo diyarkirina meqamên parêzgeriya Kerkûkê bike ku encamên dawî yên hilbijartinên bajêr jî nava vê heftê tên eşkere kirin.
Şerzad Samad daye xuyakirin ku dibe dîsa erka parêzgarê Kerkûkê bo Kurdan bê dayîn, lê belê hîn navek jî nehatiye diyarkirin.
Hêjayî gotinê ye, di hilbijartinên parêzgeha Kerkûkê yên Kanûna 2023yan de, YNKê 5 kursî, PDKê 2 kursî, Eniya Tirkmen 2 kursî û hevpeymanên Ereb jî 6 kursî bi dest xistibûn ku kursîyek jî yê pêkhateya Suryan e. Li gorî hejmara kursiyan ti aliyek nikare bi serê xwe parêzgarê nû hilbijêre.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin