ENKS: Endamê Emîndariya Gistî ya ENKSê li Qamislo hate revandin

25 January 2024 18:56 0 dîtin
ENKS: Endamê Emîndariya Gistî ya ENKSê li Qamislo hate revandin

PeyamaKurd - Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi daxuyaniyekê ragihand ku komeke çekdar a bi ser PYDê ve, endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Ekrem Husên li bajarê Qamişlo revandiye û biriye cihekî nediyar.

Di daxuyaniya Emîndariya Giştî ya ENKSê de hate gotin: “Komeke çekdar a girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), îro 24ê Çileya 2024an danê sibê, Serokê Desteya Cîbicîkar a Şepêla Pêşerojê ya Kurdistana Sûriyê û endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê endazyar Ekrem Husên ji bajarê Qamişlo revand û ew ber bi cihekî nediyar ve bir.”

ENKSê diyar kir: “ENKS revandina endezyar Ekrem Husên û hemû kiryarên tirsandinê yên li dijî welatiyan şermezar dike û daxwaza azadkirina wî ya bilez û rawestandina van kiryarên ku li dijî mafên herî bingehîn ên mirovî ne, dike.”

Hêjayî bibîrxistinê ye beriya niha jî endam û alîgirên ENKSê û partiyên bi ser wê ve ji aliyê asayiş û hêzên Rêveberiya Xweser ve hatibûn girtin û herwiha gelek caran ofîs û baroyên ENKSê li Rojavayê Kurdistanê hatisûn şewitandin.

Li ENKSê, PYD bi siyaseta xwe, Rojavayê Kurdistanê ber bi metirsiyên mezin ve dibe û bûye sedema wêranî, koçberkirin, têkçûna rewşa ewlehî û aboriyê li herêmê.