ENKS: Me ji Turkiye re got ku hinek grûbên çekdar tevgerên terorîstiyê dikin
PeyamaKurd – Heyetekî ji Eniya Niştîmanî Kurd li Sûriye (ENKS) ji bo seredanekî gihane Ankara û bi heyeta wezareta karên derve ya Tirkiyê re, li ser mijara kuştina 4 Kurdên li Binxetê li navça Cindirêsê ku di wexta vêxistina agirê Newrozê de grûbekî çekdar ya terefdarê Tirkiyê wan kuştibû, bi heyeta Tirkiyê re hevdîtin kirin. Di nav heyeta ENKS ê de nûnerê komisyona muxalefeta Sûriyê Abdulhakim Beşar, ji nûnerên ENKSê Şelal Gedo û Zuheyr Muhammed hene.
Di hevdîtinê de ji bilî kuştina 4 Kurdên li Cindirêsê, kiryarên grûbên çekdar yên li Efrînê di 5 salan de îhlalên kirine hatin gotûbêjkirin. Li ser hevdîtinê Şelal Gedo ji bo Rûdawê ragihandiye:
“Me ji heyeta Tirkiyê re behsa xebatên hinek grûbên çekdar ku çawa xebatên terodîstî kirine ragihand. 4 kesên li Cindirêsê yên ku 4 Kurdan kuştin û hatibûn girtin ji wan 2 kes serbest hatibûn berdan. Em ji dadgehên di bin kontrola muxalefeta Sûriyê de bawer nakin. Me xwest ku sûcdar ji aliyê Tirkiyê de bên darizandin. Tirkiye ji nêz de mijarê dişopîne û ji me re gotin ku wê alîkariya me bikin.
Hevalên me do li Îstenbolê mijarê bi heyeta jor ya Amerîkayê re axifîn. Me bi Fransizan re jî hevdîtin kir. Her welatê ku em karibin xwe bigihînê, em ê hewl bidin da arîşe û astengiyên ku Kurdên Efrînî, Cindêris û herêmên Kurd dibînin, ji wan re bêjin.”
Gedo ragihand ku navên hinek grûban dane Tirkiyê ku tevgerên terorîstî dikin û dewam kir:
“Nabe ku van grûban li deverên Kurda bimînin. Ciyên ku lê hukum dikin, xwediyê qeweteka bêsînorin û ne qanûn ne jî rêvebiriyekî heye ku wan bisekinîne. Dilê wan çi bixwaze dikin. Eger jê re çare nê dîtin, niha jî civak rabûye ser linga û nema xelk li mala xwe rûdinê. Xelk daketiye kolanan û ji çekên wan natirse.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin