ENKS û PYNK bi navbeynkariya Amerîkayê dest bi gera duyem dikin

26 July 2020 19:42 0 dîtin
ENKS û PYNK bi navbeynkariya Amerîkayê dest bi gera duyem dikin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê gera duyem a danûstandinên Kûrdî-Kurdî yên di navbera Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştîmanîya Kurd (PYNK) bi navbeynkariya Amerîkayê li Qamişlo dest pê bikin.

Nûnerê Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Dr. Kawa Ezîzî ragihand ku bi navbeynkariya Amerîkayê wê ENKS û Partiyên Yekîtiya Niştîmaniya Kurd (PYNK) ku PYD pêşengiya wan dike, li hevdu bicivin û bigihîjin rêkeftinê.

Li gorî BasNewsê Dr. Kawa Ezîzî gotiye, Balyozê Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê William Roebuck, ji bo destpêkirina qonaxa duyem a danûstandinên navbera PYNK- ENKSê 3 caran ligel aliyên Rojavayê Kurdistanê civiyaye.

Dr. Kawa Ezîzî da zanîn: “Di vê qonaxa danûstandinê de pirsa vegera Pêşmergeyên Roj bo Rojavayê Kurdistanê û îdareya hevbeş û aborî û hemû xalên nakok wê werin gotûbêjkirin. Me herdu aliyan jî reşnivîsên xwe dane nûnerên Amerîkayê. Têgihiştineke baş di navbera aliyan de heye û bi çavdêriya Amerîkayê herdu alî nêzîkî hevdu bûne.”