Qonaxa sêyem a danûstandinên ENKS û PYNKê li ser 6 mijarên krîtîk dest pê dike
PeyamaKurd – Li gorî zanyariyan wê li demeke nêzîk civînên danûstandinên qonaxa sêyem bo yekrêziyê di navbera Eencûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştîmaniya Kurd (PYNK) ku PYD pêşengiya wan dike dest pê bikin.
Çavkaniyên ji Rojavayê Kurdistanê ragihandine ku wê di nav 2 rojên pêşiya me de qonaxa sêyem ya danûstandinên navbera ENKS û PYNKê dest pê bike û herdu alî di bin çavdêriya Amerîkayê de li ser şeş mijarên krîtîk dest bi gotûbêjan dikin.
Hat zanîn wê her şeş xalên li ser mijarên; rêveberiya Rojavayê Kurdistanê, perwerde, leşkeriya neçarî, Pêşmergeyên Roj, girtiyên siyasî, rêkeftin û peymanên civakî werin gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin