Nexserêya 'Qonaxa Duyem' a rêkeftina ENKS û PYNKê diyar bû…
PeyamaKurd – Nexşerêya qonaxa duyem a danûstandinên navbera Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştîmaniya Kurd (PYNK) ku 17ê Hezîranê bi daxuyaniyeke hevbeş li ser bingeha rêkeftina Duhokê ya 2014an lihevkirina xwe ragihandibûn, hat diyar kirin.
Di nexşerêya danûstandinên ENKS û PYNKê de ev xal cî digirin:
- Di qonaxa duyem de avakirina komîteyekê bo mekanîzmeya beşdarîkirina ENKSê di nav Rêvberiya Xweser de.
- Di nav sazî û organên Rêveberiya Xweser de, pêkanîna şirîkatiyeke rasteqîn.
- Ji bo ku di navbera ENKS û partiyên din ên siyasî de, ji hêla îdarî ve hevbeşî bê pêkanîn, di çarçoveya pêşhatên dawî de amadekarina belgeyên birêvebirinê û reşnivîseke peymana civakî.
- Berdewamkirina hewldan û xebatan bo belgekirina nûnertiya pêkhatiyên din.
- Ji bo yekkirina hêzên leşkerî bo qonaxa sêyem, avakirina komîteyeke hevbeş.
- Li herêmên Kurdî redkirina hêzên cuda yên leşkerî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin