Rêveberê ENKSê: ‘Ji ber destwerdana PKKê civînên ENKS û PYNKê rawestiyan’

25 October 2020 16:56 0 dîtin
Rêveberê ENKSê: ‘Ji ber destwerdana PKKê civînên ENKS û PYNKê rawestiyan’

PeyamaKurd – Rêveberê Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Nûrî Brîmo got, ji ber destwerdanên PKKê li danûstandinên Partiyên Yekîtiya Niştîmanî (PYNK) yên bi ENKSê re, niha civînên herdu aliyan rawestiyane.

Rêveberê ENKSê Nûrî Birîmo ji BasNewsê re ragihandiye, guftûgoyên wan û PYNKê ku pêşengiya wê PYD dike rawestaiyan û yek ji sedeman jî destwerdana PKKê ya li wan danûstandinan e.

Brîmo diyar kiriye, “Di demeke ku Pêşmergeyên Roj em wek xeta sor dizanin, lê ji me re dibêjin divê ew hêz bê merc ji HSDê re (Hêzên Sûriya Demokrat) re bê radestkirin, ev yek nayê qebûl kirin û divê rêkeftin li ser bê kirin.”

Nûrî Brîmo gotiye, PYD di bin fişara PKKê de ye û wisa be ew nagihin ti encamekê.

Rêveberê ENKSê daye zanîn ku ew dixwazin pêgeha kurd li Suriyê bihêz be û rêkeftineke aliyên rojavayê Kurdistanê pêk bê.