ENKSê bersiv da Esed: Hebûn û dîroka gelê Kurd, berî Sykes Picot û dewleta Sûrî ye...
PeyamaKurd - Encûmena Niştimanîya Kurd li Sûriyê (ENKS) bersiva gotinên Serokê Sûriyê Beşar Esed ku hebûna Kurdan û pirsa Kurd li Sûriyê di hevpeyvîneke televizyoneke rûsî de înkar kiribû û gefa êrîşkirina herêmên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê xwaribû.
ENKSê di daxuyaniya xwe de got, “Gelê Kurd li Sûriyê gelekî resen e û li ser xaka xwe dijî. Doza Kurdî jî, dozeke niştimanî ya Sûrî ye. Hebûna Kurd li Sûriyê dîrokî ye û berî damezirandina dewleta Sûrî û berî rêkeftina Sykes–Picot.”
Emîndariya Giştî ya ENKSê ragihand, “Daxuyaniyên Beşar Esed ên redkirina hebûna doza Kurdî li Sûriyê, cihê nerazîbûneke mezin a gelê Kurd e. Ev ne tiştekî nû ye, ku bi berdewamî wê rêjîmê hebûna gelê Kurd û mafên wî li Sûriyê wek pêkhateyeke resen a Sûriyê red dike.”
ENKS destnîşan kir, rêjîma Beis jî gelek projeyên şovenîzm, nijadperet û awarte bi armanca pişaftin Kurd û guhartina demografiya herêmên Kurdî bicih kirine, ji ber wê jî tevegra Kurd dijberiya vê rêjîmê û siyasetên wê yên şovenîzm hilbijartiye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku doza Kurdî li Sûriyê, dozeke niştimanî ya Sûrî ye û çareseriya wê girêdayî çareseriya giştî ya krîza Sûrî ye, bi riya biryarên navdewletî yên pêwendîdar û di bin serperiştiya navdewletî de û bi taybet biryara 2254 û ne dîtina rêjîmê bi awayekî tekane li Şamê ye.
ENKS bal kişand ser ku hemû belgeyên dîrokî tekez dikin ku gelê Kurd, gelekî resen e, li ser xaka xwe dijî û taybetmendiyên wî yên netewî hene. Hemû siyasetên înkarê, serkotkirin û projeyên şovenîzmî yên li serê gelê Kurd û herêmên wê hatibine bicihkirin, nekarîne hebûna wî û nasnameya wî ya netewî înkar bikin û bipişivînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin