Erdhej: Serjimêra navçeya Rezan a Diyarbekirê daket nîvî!
PeyamaKurd- Hat diyarkirin ku serjimêra navçeya Rezan a Diyarbekirê, ji ber erdheja navenda wê li Mereşê bû û bû sedema wêraniya 11 bajarên bakur û Tirkiyeyê û rojava û Suriyeyê, nîvenîv kêm bû.
Li gorî hat destnîşankirin, piştî erdhejên ku li Mereşê çêbûn, li navçeya navendî ya Rezan a Diyarbekirê li gelek taxan ji ber tirsa avahî û erdhejê, xelkê cih û warên xwe terikandin.
Hat diyarkirin ku taxên Elîpinar, Mewlana Xalid û Şêx Şamil ên ku ji wargehên kevnar in û piraniya avahiyên beriya 1998an in, hin ji wan taxên ku vala bûne ne.
Li taxa ku 10 avahiyên giran û 6 navîn xera bûne, hat dîtin ku nifûsa ku beriya erdhejê 4265 bû, piştî erdhejê nîvenîv kêm bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin