Erdheja Îzmîrê | Heta niha 6 mirî, 202 birîndar û 70 rizgarbûyî hene...
PeyamaKurd – Wezîrê Tenduristiya Tirkiyê Fahrettîn Koca di daxuyaniya xwe ya destpêkê de ragihand ku di encama erdheja Îzmîrê de heta niha 4 kesan can daye û 70 kes jî ji bin kavilên avahiyan hatine rizgarkirin. Saziya Rewşên Lezgîn û Hawarçûnê AFADê dema ev nûçe dihat amadekirin, herî dawî ragihand ku 6 kes mirine û 202 kes jî birîndar bûne. Ji ber ku hejmara kesên di bin kavilên avahiyên hilweşiyane de nayê zanîn, metirsî heye ku hejmara mirî û birîndaran pir zêde bibe.
Li gorî daxuyaniya wezîrê tirk, bi 38 ambulans û 35 tîmên tenduristiyê û 2 helîkopteran xebatên wan ên hawarçûna ji bo lêqewimiyên erdhejê berdewam dikin.
Li aliyê din çavdêrxaneya enstîtuya lêkolînên erdhejan a Kandilliyê pîvandina hêza erdhejê ya 6.8an, careke din ragihand ku hêza erdhejê 6.9 pileya rixterê ye.
Hêjayî gotinê ye, erdheja îro li demjimêr 14:51an a Seferîhisar a Îzmîrê, li bajarên Stenbol, Aydin, Bursa û hin bajarên din ên Tirkiyê jî hat hîskirin ku bi taybet li Îzmîrê gelek avahî hilweşiyan û hê jî xebatên rizgarkirin mirovan berdewam in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin