Erdogan: Bêguman Ukrayna hêja ye bibe endamê NATOyê

08 July 2023 11:31 0 dîtin
Erdogan: Bêguman Ukrayna hêja ye bibe endamê NATOyê

PeyamaKurd Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan diyar kir: “Bêguman Ukrayna hêjayî wê yekê ye ku bibe endamê NATOyê.”

Recep Tayyip Erdogan di konferansa rojnamevanî ya hevbeş de ligel Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky li bajarê Stenbolê got: “Gelek pêwendiyên me li gel wî (Zelensky) hebû û wê berdewam be, li hember pêşhateyan, dostaniya Tirkiye û Ukraynayê ji hemû aliyan ve bihêztir bûye.”

Erdogan got: “Di vî şerî de ku di roja 500emîn de ye, gelê Ukraynayê berevaniya yekparçebûba ax û serxwebûna welatê xwe dikin, me hemû hewldanên xwe kirin ji bo rêgirtina li şer di wê demê de ku metirsiya serîhildana milmilaniyan destpê kiribû.”

Serokomarê Tirkiyê li ser endambûna Ukraynayê di Hevpeymaniya NATOyê de da zanîn: “Bêguman Ukrayna hêjayî wê yekê ye ku bibe endamê NATOyê.”

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky jî di konferansa rojnamevanî de diyar kir: “Ez spas dikim ji bo piştevaniya berdewam a Tirkiyê di yekparçebûna ax û serweriya Ukraynayê de, herwiha spas dikim ji bo piştevaniya we ji bo destpêşxeriya dexl û dan a Deryaya Reş û destpêşxeriya veguhestina dexl û dan ji Ukraynayê.”

Do roja Înê 7ê Tîrmeha 2023an, Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky li ser vexwendina Recep Tayyip Erdogan gihişt Stenbolê û ji bo gotûbêjkirina li ser mijarên hevbeş ên navbera herdu welatan, Erdogan û Zelensky civiyan.