Trump: îhtimala ku Ukrayna bibe endamê NATOyê yek ji sedemên ser e

14 February 2025 12:04 0 dîtin
Trump: îhtimala ku Ukrayna bibe endamê NATOyê yek ji sedemên ser e

PeyamaKurd - Serokê DYAyê Donald Trûmp di civîna çapemeniyê ya hevpar a bi Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî re li Qesra Spî re axivî, têkildarî Şerê Rûsya û Ûkraynayê nirxandin kirin.

Trump got ku vekirina rê li ber endamtiya NATOyê ji bo Ukraynayê yek ji sedemên girîng e ku Moskova bikeve şer. Trump bal kişand ku ji bo bidawîkirina şer wê her du alî hin gavan bavêjin, Trump amaje bi wê yekê kir ku wê Ukrayna bêtir "tawîzan" bide û got:

“Ji roja yekem ve, berî Serokdewlet Vladîmîr Pûtîn jî, wan digot ku Ukrayna nikare bibe endamê NATOyê. Wan ev yek pir bi tundî got. Bi rastî ez difikirim ku ev bû sedema destpêkirina şer. Serokê berê yê Amerîkayê Joe Biden jî ev yek gotibû, Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy jî ev yek gotibû û ez difikirim ku ev yek ji sedemên destpêkirina şer bû. Ez ji vê nêrînê destpê dikim. Ez difikirim ku her kesî ev dizanibû.”

Trump diyar kir ku Rûsyayê her çiqas bi awayekî eşkere diyar kir ku ew ê ti carî pêngaveke wiha qebûl nekin jî berovajî vê gav avêtine.