Stoltenberg: Ukrayna wê bibe endamê NATOyê

30 April 2024 09:05 0 dîtin
Stoltenberg: Ukrayna wê bibe endamê NATOyê

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg di serdana xwe ya ji nişka ve ya Ukraynayê de bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy re hevdîtin kir. Stoltenberg di daxuyaniya xwe de got, "Cihê rewa yê Ûkraynayê di NATOyê de ye. Ukrayna wê bibe endamê NATOyê."

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg bi serdaneke surprîz çû Kieva paytexta Ukraynayê. Stoltenbergê ku ji destpêka şerê Rûsya û Ukrayna di Sibata 2022an vir ve cara 3yemîn serdana Ukraynayê kir, bi Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy re hevdîtin kir.

Stoltenberg di civîna çapemeniyê ya hevpar a ku bi Zelenskiy re li dar xist de, pesna rêbertiya Zelenskiy û wêrekiya Ukrayniyan da û ev daxuyanî da û diyar kir ku "Serkirdayetî û cesaret tenê ji bo paşxistina hêzên Rûsyayê têrê nake, çek û cebilxane jî pêwîst in."

Zelenskiy diyar kir ku derengmayîna cidî ya piştgiriya ji Ukraynayê re dibe sedema encamên cidî yên li qada şer û got, "Ukrayna bi mehan bêçek e û kêmtir moşek û dronên rûsî hatin xistin. Rûsya karîbû li eniya şer bi pêş ve biçe. Lê ji bo Ukrayna bi ser bikeve ne dereng e. Piştgiriyek zêdetir li rê ye."

Stoltenberg diyar kir ku ew pêşwazî li pakêta alîkariyê ya nû ya Amerîkayê ya bi qasî 60 milyar dolarî û herwiha sozên nû yên Îngilîstan, Almanya û Hollandayê yên ji bo Ukraynayê kirine û wiha got, “Ez hêvî dikim ku di demek nêzîk de daxuyaniyên din bidin."

"Cihê ku Ukrayna heq dike NATO ye"

Stoltenberg amaje bi endambûna Ukraynayê di NATOyê de kir û got: "Cihê ku Ukrayna heq dike di NATOyê de ye. Ukrayna dê bibe endamê NATOyê. Xebata ku em niha dimeşînin, we dixe nav rêyek bêveger ji bo endametiya NATOyê. Ji ber vê yekê, dema wext hat Ukrayna wê yekser bibe endamê NATOyê."

Ji aliyê din ve Stoltenberg diyar kir ku piştgiriya ji bo Ukraynayê pêwîstî bi pabendbûneke mezin a aborî ya çend salan heye û eşkere kir, "Ji bo ku em nîşan bidin ku piştgiriya me ya ji bo Ukraynayê ne demkurt û demkî ye, lê demdirêj û pêşbînîkirî ye. Divê Moskow fêm bike ku ew nikarin bi ser bikevin."