Erdogan: Beredayî li Washingtonê bi Netanyahû re neciviyam
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, derbarê bi temamî rawestandina bazirganiya ligel Îsraîlê de daxuyanî dan.
Erdogan li Stenbolê piştî nimêja Înê ji rojnamevanan re axivî û li ser mijara biryara bi temamî rawestandina bazirganiya Tirkiye-Îsraîlê bal kişand ser hevdîtina xwe ya demên berê ya bi Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû re.
‘Beredayî bi Netanyahû re neciviyam’
Erdogan got, “Ez beredayî li Washingtonê bi Netanyahû re neciviyam” û diyar kir, “Min xwest nîşan bidim ku em dikarin bo pêwendiyên Tirkiye-Îsraîlê hin gavan bavêjin. Lê Netanyahû xedarbûna xwe mixabin li ser zarok, jin û pîrûkalan nîşan da.”
Di dewamê de Erdogan li ser rexneyên ku ji bo çi dereng mane bazirganiya bi Îsraîlê re bidawî bînin jî got, “Peyvên ku pêwendiyên me yên bi Îsraîlê wekî ew difikirin e bikar anîn. Helbet me jî nelezand û xwest em vê proseyê binirxînin. Niha hilbijartin qediyan û me jî ev gav avêt.”
‘Emê siyaseta Tirkiyê nerm bikin’
Li ser hevdîtina ligel Serokê Giştî yê CHPê jî Erdogan got, "Min ji Ozgur beg re got, ezê di derfeta ewil de bersiva vê serdanê bidim. Pêdiviya Tirkiyê bi vê heye. Pêdiviya siyaseta Tirk pê heye. Dixwazim di yekem derfetê de, pêvajoya nermkirina siyaseta Tirkiyê bidin destpêkirin. Emê vê gavê bavêjin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin