Erdogan: Berpirsê Kampa Mexmûrê yê PKKê hat kustin

06 June 2021 18:13 0 dîtin
Erdogan: Berpirsê Kampa Mexmûrê yê PKKê hat kustin

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser êrîşa doh ya bi ser Mexmûrê de got, di êrîşê de berpirsekî pilebilind ê PKKê yê bi navê Selman Bozkir bi nasnavê kod Doktor Huseyin hatiye kuştin.

Erdogan îro Yekşemê li ser hesabê xwe yê Twitterê gotiye, Selman Bozkir bi nasnavê Doktor Huseyin ku berpirsê pilebilind ê PKKê û berpirsê giştî yê Kampa Mexmûrê bû di operasyoneke MÎTê de hatiye bêbandorkirin.

Erdogan dibêje: “Li vir ez dixwazim nûçeyekî xweş bidim miletê me. Selman Bozkır, bi navê kod "Doktor Huseyin", berpirsê payebilind ê rêxistina teror PKK û berpirsê giştî yê Maxmûrê, duh ji hêla lehengên saziya me ya Istixbarata Neteweyî ve hate bêbandorkirin.”

Erdogan diyar kiriye ku Tirkiye bi ti awayî rê nade ku PKK kampa Mexmûrê weke hêlîn û navenda kurk ketinê bikar bîne û ew dê berdewam bin lêdana jêderên terorê.

Hêjayî bibîrxistinê ye, doh 5ê Hezîranê balafirên bêmirov ên artêşa Tirkiyê kampa Mexmûrê bombebaran kiribû ku li gorî ragihandina PKKê 3 kesan di wê êrîşê de can dabû.