PKKê vekisîna xwe ji Kampa Mexmûrê ragihand: 'Wê ciwan parastinê bikin'
PeyamaKurd – PKKê bi daxuyaniyeke Navenda Parastina Gel (NPG) ku di medya PKKê de hatiye belavkirin ragihand ku wan biryara vekişîna hêzên xwe ji Mexmûrê daye û niha ti hêzeke wan li Kampa Mexmûrê nemaye.
Di daxuyaniya navborî de hatiye diyarkirin ku ji sala 2014ê ve hêzên wan li Mexmûrê hebûne û di meha Îlona a borî de biryara vekişandina wan hêzan hatiye dayîn.
Herwiha Serkirdeyê PKKê Murat Karayilan jî di peyameke vîdyoyî de, piştrast kiriye ku hêzan wan ji Mexmûrê vekişiyane û gotiye, êdî wê ciwanên kampê parastina xwe bikin.
Hêjayî gotinê ye, heta niha gelek caran artêşa Tirkiyê bi hinceta hebûna PKKê li Mexmûrê bi balafiran êrîşên asmanî dibir ser Kampa Mexmûrê ku ji bilî çekdarên PKKê kesên sivîl jî dibûn qurbanî.
Li aliyê din hin çavkaniyên ji Mexmûrê dibêjin ku ti bingeheke vê daxuyaniya PKKê tune ye û çawa ku beriya niha PKK beriya niha Kampa Mexmûrê hebû niha jî hebûna xwe didomîne ku daxuyaniya vekişînê jî li ser daxwaza Hikûmeta Iraqê ji ber fişara Tirkiyê hatiye kirin.
Hêjayî gotinê ye, di kampa Mexmûrê de koçberên Bakurê Kurdistanê yên sala 1988an hatibûn bicihkirin dimînin ku di bin banê Neteweyên Yekbûyî de ew kamp hatibû vekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin