Erdogan bi Pûtîn re axivî û ji bo hevdîtina ligel Zelensky ew vexwend Enqerê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li ser şerê berdewam ê Ûkrayna-Rûsya pêwendiyeke telefonî pêk anîne.
Serokatiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyê da xuyakirin ku di pêwendiya telefonê de, Erdogan bal kişandiye ser helwesta Tirkiyê ya bo pêkanîna aştiyê û gotiye, ew ji dil û can daxwaz dikin, di hevdîtinên Ûkrayna-Rûsyayê de ji bo rêya çareseriyeke mayînde bê vekirin agirbest were ragihandin.
Herwiha hat diyarkirin ku Erdogan ji Pûtîn re gotiye, ji bo lihevkirina li ser hin mijaran pêwîstî bi hevdîtina di asta serokan de heye û ji bo hevdîtina ligel Zelensky pêşniyar li Pûtîn hatiye kirin ku li Enqerê wan bikin mêvan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin