Erdogan biryarên nû yên koronavîrusê ragihand raya gistî
PeyamaKurd- Îro komîte ya Zanistî ya li dijî koronavîrusê civîna xwe çêkir û li dora 20 ê êvarê, şîretên xwe yên nû pêşniyarê serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdoğan kir. Piştî beyana halê niha yê li Tirkiyê, Erdoğan hinek xalan weha ragihand:
-Eger em tedbîrên xwe bicîh bînin, em ê biserbikevin.
-Di miajara xida û dermanan de ti astengiyên me nînin.
-Zîncîre ya hilberînê dixebite. Eger kes an dezge hebin ku malên xwe stok bikin, em li pey wanin û em ê nehêlin.
-Herî zêde livîn û kursî yên lezgînî (yoğun bakım) li welatê me ye.
-Me jimara testan û kîtên ku teşxîsê bilez datînin xistiye dewrê.
-Test bê pere tên kirin.
-Civîna hukumeta me her hefte di rêya telekonferansê de çêdibe. Em tedbîrên xwe li gor şîretên heyeta zanistî distînin.
Tedbîrên me yên ku hatine zêdekirin ev in:
1- Gera navbera bajaran bi îzna parêzgehê ve hatiye girêdan.
2- Di sektora taybet de wê bi jimara xebatkarên herî kêm xebat bêkirin.
3-Di alavên gihandina giştî de (trên, otobus,dolmûş..) wê rûniştin firk be.
4- Sehayên pîknîkê wê dawiya hefteyê bên girtin. Di nava hefteyê de wê xelkê me bi komkî an civatkî nerûnê.
5-Leşkerên me li gor qaîdeya 14 rojan wê bên terxîskirin.
6- Seferên derveyê welat bi temamî hatine betalkirin.
7- Li temamên parêzgehên me, wê di bin serokatiya parêzger de heyeta pandemî bê avakirin. Eger pêwsit be wê tedbîrên zêde bên sitendin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin