Erdogan bo operasyona ser Rojava: Em ji ti kesî destûrê nastînin û hesab jî nadin!
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, îro 28ê Mijdarê piştî civîna kabîneya hikûmetê derbarê berdewamkirina êrîş û operasyona bejahî ya ser Rojavayê Kurdistanê de daxuyanî dan.
Erdogan di daxuyaniyên xwe de, car din bi teqîna Stenbolê hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê tawanbar kir û got ku fail û gelek kesên bi bûyerê re têkiliya wan heye hatine girtin û diyar kir, “Em ji peyamên bi van çalakiyan didin têdigihin û li meydanê bersiva wan didin. Me li G20an biryardariya xwe îfade kir.”
Erdogan herwiha da xuyakirin ku ew dê ji bo avakirina kûrahiya 30 kîlometre mertalê parastinê li sînorê Sûriyê bi biryardarî tevbigerin û li ser operasyonên bi ser Rojavayê Kurdistanê de got: “Dema em gavên girêdayî ewlekariya axa xwe û welatê xwe davêjin, ji ti kesî destûrê naxwazin û hesab jî nadin ti kesî.”
Herwiha Erdogan got ku wê hêza ti aliyekî têrê neke ku ew li ser berjwendiyên xwe yên siyasî, dîplomatîk, aborî û leşkerî paşve gav bavêjin û li ser operasyonên dawî eşkere kir ku 7 leşkerên wan jî hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin