Soylu bo operasyona ser Rojava: Erdogan ferman daye, amadekarî têne kirin
PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Tirkiye Suleyman Soylu derbarê êrîş û operasyona nû artêşa Tirkiye û komên çekdar ên Sûriyê bi ser deverên Rojavayê Kurdistanê de daxuyanî dan.
Soylu got ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan ferman daye û di çarçoveya wê fermanê de jî amadekariyên operasyonê têne kirin.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu, îro Înê di bernameyeke li bajarê Çanakkale yê Tirkiyê de, got: “Li kêleka me hewil didin deweleteke terorê ava bikin. Dixwazin korîdoreke terorî vekin. Hewil didin welatiyên li wir bişînin cem me û li wir dewleteke milîtan ku di fermana welatên rojava de ye ava bikin. Em rê nadin vê.”
Soylu di dewama axaftina xwe de jî wiha pê de çû: “Bila herkes bibîhîze birêz Serokomarê me ferman daye û amadekarî têne kirin. Li Minbic û Til Rifetê bi izna xwedê, berî ku em bikevin 100 saliya komarê ango berî em bigihin 29ê Cotmeha 2023yan, erkê li ser milê me ye ku em Qendîlê ji terorîstan paqij bikin û ala xwe ya sor li ser şaneyên terorê bilind bilkin. Jixwe me ji sala 2014ê ve jî hemû bûyerên terorê ji sedî 50 kêm kirine.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin