Soylu: Saredariyên HDPê, bi fermana Erdogan…

11 May 2023 16:30 0 dîtin
Soylu: Saredariyên HDPê, bi fermana Erdogan…

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu, di derbarê tayînkirina qeyûman a şaredariyên HDPê de axivî.

Suleyman Soylu, li navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê di çarçoveya ger û axaftinên Hilbijartinên Giştî yên Tirkiyeyê de bal kişand ser şaredariyên HDPê ku bi qeyûman tên rêvebirin.

Soylu di axaftina xwe de amaje kir ku şaredariyan pere ji bo PKKê kom dikirin. Lê rojekê Erdogan ji bang li wî kiriye û ferman daye ku şaredariyan ji destên HDPê derxîn û wî jî di nav 2 rojan de hemû şarederî ji destên HDPê derxistine.

Di hilbijartinên herêmî yên ku di 31ê Adara 2019an de hatibûn kirin de HDPê li bajar û navçeyên bakur 3 bajarên mezin jî di nav de 65 şaredarî bi dest xistibûn.

Di 19ê Tebaxa 2019an de jî bi biryara Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê, ji bo hersê şaredariyên bajarên mezin ên Diyarbekir, Mêrdûn û Wanê û peyderpey jî ji bo 48 şaredariyên HDPê qeyûm hatibûn tayînkirin.