Erdogan: Çi ye; ew ê Selo serbest berdin!
PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, di berdewamiya xebatên xwe yên hilbijartinê de ji bi rayedarên Partiya DEVA û Partiya Gelecekê got, "Ew bûne amûrên dagirtina maseyê."
Erdogan, di axaftina xwe de li ser ÎYÎ Partiyê jî axivî û got, “Bi hemû leza xwe vegeriyan ser maseyê.” Her wiha li ser Tifaqa Milet jî got ku “Çi dibêjin? Dibêjin em ê Selo ji girtîgehê derxin.”
Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayip Erdogan, duh li Enqereyê di axaftina xwe ya di vekirina xeta metro ya AKM-Gar-Kizilayê de opozîsyona Tirkiyeyê kir armanca gotinên xwe.
Ji axaftina Erdogan, çend sernivîs wiha ne:
“Çima Bay Kemal bi niçikê rêxistina terorê re ne li partiya xwe, li meclisê hevdîtin kir? Û niha çi kirin; Navê partiya xwe jî guhertin. Ew bi navekî nû derketin. Gelo em li vir in ku dersa pêwîst bidin vê projeya ku di 14ê Gulanê de hatiye pêkanîn? Leza dawî ya opozîsyonê, encama vê hesabkirinê ye. Divê em gelek bixebitin.
Bi telîmata ji Qendîlê, dê piştgiriya Bay Kemal bê kirin?
Ji maseya ku salek ji miletê re wekî hêviyê dikirin, digotin 'maseya qumarê', digotin 'maseya noteran' paşê vegeriyan ser sifreyê û dîsa rûniştin. Berê yên ku li dijî CHPê sûcdar nedikirin, bi hemû destên xwe pêşa Kiliçdaroglu hembêz dikirin. Yên ku ji me hez nekirin û partiyek cuda ava kirin, ji bo dagirtina tabloya 7an razî bûn. Bi hesabê daqurtandina hemû tiştên ku di jiyana xwe de gotine, ji lîsteyên CHPê ketine namzediyê.
Lê bi vê yekê jî nesekinîn. Bi berfirehkirina siyasî ya rêxistina cudaxwaz re ku ji xeynî xwe kes nizane, bi berdêla wê hevkariyeke qirêj ava kirin. Ma ji bo vî Bay Kemal û zuriyeta wî ku bi talîmata ji Qendîlê ketin rê, dikare piştgirî bê kirin? Wê demê em ê zêdetir bixebitin û wan di sindoqên demokrasiyê de binax bikin.
Çi ye? Ew ê Selo serbest berdin
Ji bo kesên ku li ser sifreyê ji çiyê tengasiyê derdixin re eyar jî tên dayîn. Ne bes e; her wiha dibêjin piştî hilbijartinê dê çi bikin. Ew çi ye; dê Selo derxin, çi ye; dê serokê terorîstan berdin.
Çi ye; Bay Bay Kemal dibêje ku li welatê me çiqas girtî û mehkûmên hiqûqî hebin, em ê wan ji girtîgehan derxin. Têr nake. Dibêje em ê Serokatiya Diyanetê jî rakin. Ka tu bala xwe bidê. Em mane ji rojên çawa re ey qazî hunkar; ker bûye wezîr, qantir bûye çekdar.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin