Erdogan dengê xwe da: Ev cara yekem e…

28 May 2023 14:03 0 dîtin
Erdogan dengê xwe da: Ev cara yekem e…

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê û namzedê serokomariyê yê gera duyem a hilbijartinên 28ê Gulanê Recep Tayyip Erdogan, îro Yekşemê li navçeya Uskudar a Stenbolê dengê xwe bi kar anî.

Erdogan piştî dengdanê got: “Cara yekem e em dibin şahidê hilbijartineke du tûran. Malûm e gera yekem di 14ê Gulanê de hatibû kirin. Em îro jî diçin gera duyem. Du namzed hene ku wê gelê me dengê xwe bide û dê bi awayekî bilez proseya dengdanê bidawî bibe. Di demokrasiya Tirkiyê de cara yekem e ku ji hilbijartina serokomar em hilbijartineke wiha dikin.”

Herwiha Erdogan bal kişand ser rêjeya bilind a beşdariyê di 14ê Gulanê de û diyar kir, ew hêvî dike di vê gerê de jî wekî gera yekem welatî bi rêjeyeke bilind beşdarî dengdanê bibin û daxwaz ji hemwelatiyan kir, biçin ser sindoqan.