Erdogan: Dibêjin em ê Selo ji girtîgehê derxin û bixin sûna Ocalan!
PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan ku namzedê serokomariyê yê hilbijartinên 14ê Gulanê ye, li bajarê Antalya di çarçoveya bangeşeya hilbijartinan de mîtîngek saz kir.
Erdogan di axaftina xwe de, bal kişand ser daxuyaniyên namzedê Tifaqa Milet Kemal Kilicdaroglu yên ser azadkirina Selahattîn Demirtaş ji girtîgehê û got, eger Kemal Kiliçdaroglu di hilbijartinan de bi ser bikeve dê hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ji girtîgehê derxe û
Erdogan diyar kir: “Niha ev Selo di girtîgehê de ye. Niha çi dibêjin em ê Selo berdin. Piştî wê jî Selo têxin şûna Ocalan. Ji vê jî diyar dibe ku hevdîtina birêz Kemal li meclîsê ev bû.”
Erdogan beriya diyarbûna navê Kemal Kilicdaroglu bo namzediya serokomariyê, çend caran bang lê kiribû ku netirse û wekî namzed derkeve pêşberî wî, lê di axaftina xwe ya Antalyayê de jî berevajî wan gotinên xwe wiha axivî:
“Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu ji alîyê hinekan ve wekî namzed derxistine pêş û yên ku Kiliçdaroglu wek namzedê serokomar derxistine pêşberî me qet guh nadin hesasiyetên partiyiyên CHPyî û yên ku piştgiriyê didin hevpeymanê. Bay Bay Kemal CHP anî cihekî wisa ku ev partî bû hêlîna kesên heqaretê li Komarê û avakarê vê partiyê Gazî Mustafa Kemal dikin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin