Erdogan: Em ê pêgirî Soçiyê nemînin û li her derverî hêzên rejîmê armanc bikin
PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Tayyip Erdogan hişyariyek tund da Sûriyê û got, “eger zirareke piçûk jî bigihîje serbazên me, em dê li her derî hêzên rejîmê bikin armanc û li wan bixin.”
Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan îro di civîna heftane ya partiya xwe AKPê de li parlamentoya Enqerê gotarekê pêşkêş kir û behsa rewşa Sûriyê û Idlibê û bi taybet jî êrîşên Sûriyê yên li dijî hêzên Tirkiyê kir.
Erdogan ragihand, di mijara Sûriyê de sozên ku Rûsyayê dane wan yek jî pêk nehatiye û teqez kir, Rûsya pabendê rêkeftinan jî nebûye, lewma Tirkiye bixwe çi pêwîst be dê bike.
Erdogan da zanîn ku heya niha 14 leşkerên wan li Idlibê jiyana ji dest dane.
Li Idlibê 14 serbazên Tirkiyê hatine kuştin
Bi gotina Serokomarê tirk Erdogan, heya niha di encama aloziyên vê dawiyê yên li Idlibê de, 14 serbazên Tirkiyê hatine kuştin û 45 serbaz jî birîndar bûne.
Serokomarê Tirkiyê gefên tund li Sûriyê xwarin û got: “eger zirareke piçûk jî bigihîje hêzên me, em dê li her derî hêzên rejîmê bikin armanc û li wan bixin. Em dê hêzên rejîmê heya cihê sînorên ku me diyar kiriye bipaşde bixin.”
Erdogan bi Pûtîn re bi rêya telefonê li ser Idlibê axivî
Ji aliyê din ve hêjayî gotinê ye ku derbarê rewşa Idlibê û pêşhatên dawiyê de Erdogan bi rêya telefonê bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re axîvî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin