Rûsya: Daxuyaniyên Erdogan ên derbarê Astana û Soçiyê de 'xerîb' in
PeyamaKurd – Li ser daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên derbarê êrîşên ser Idlibê de ku dibêje, ‘Rûsya sozên xwe yên civînên Astana û rêkeftina Soçiyê’ bicih nayîne, ji Rûsyayê jî daxuyanî hat.
Cîgirê Serokê Komîsyona Komîteya Derve ya Dumaya Rûsyayê Dmitriy Novîkov li ser daxuyaniyên Erdogan ku îdia dike ‘Rusya pabendî sozên xwe nabe’ got ku daxuyaniyên Erdogan xerîb in.
Novikov got ku tevî wan daxuyaniyên xerîb jî ew gotûbêjên xwe berdewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin