Rûsyayê derbarê Herêma Kurdistanê daxuyaniyên girîng dan

12 July 2019 11:56 0 dîtin
Rûsyayê derbarê Herêma Kurdistanê daxuyaniyên girîng dan

PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê ji ber wezîfeya wî ya nû Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piroz kir.

Zaxarova di civînê rojnamevaniyê ya heftanê de axivî û ji ber hilbijartina Mesrûr Barzanî wekî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîroz kir û got, “Em dê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kesên hilbijartî re bi awayekî dostane kar bikin.”

Zaxarova, “Em dixwazin dostaniya me ya bi hemû aliyan re berdewam bike. Em dixwazin peywendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê û Îraqê re xurttir bikin. Peywendiyên me dê di çarçoveya rêkeftin û rêzgirtinê dewam bikin. Peywendiyên me yên dîplomatîk, aborî û hwd. dewam dikin.”