Rûhanî ji Erdogan xwest, rêzê li serweriya Sûriyê re bigire û rêkeftina Soçiyê bicih bîne
PeyamaKurd - Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî li ser daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê yên derbarê destwerdana rejîma Sûriyê û erda Sûriyê de got, divê Tirkiye rêzê li hemû rêkeftinên girêdayî Sûriyê, serwerî û yekperçeyîya xaka Sûriyê bigire.
Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî di civîneke rojnamevanî de ragihand, rêkeftina Soçî, rêkeftineke siyasî ya girîng e û nimûneyeke serkeftî ye li navçeyê û got, "Divê Tirkiye rêzê lê bigire. Nabe Tirkiye dest ji rêkeftina Soçî û pêvajoya Astanayê berde. Em hêvî ji birêz Recep Tayyip Erdogan dikin, şerê terorê bike û rêzê li serwerî û yekperçeyîya Sûriyê bigire”.
Rûhanî di berdewamê de diyar kir, "Me di civînan de Erdogan agahdar kiriye, ku divê rêzê li Sûriyê wek welatekî yekperçe bigire, wî jî tekezî li serweriya hikûmeta Sûriyê li ser tevahiya xaka wê kiriye û em hêvî dikin ew wiha kar bike”.
Serokomarê Îranê da xuyakirin ku Idlib parêzgeheke Sûriyê ye û divê şerê komên terorist li wê parêzgehê bê kirin û diyar kir: “Metirsiyên Tirkiyê ên derbarê koçberan, nabe bibe sedemek ta Sûriye dest ji serweriya xwe ya li ser Idlibê berde”.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin