Erdogan: Em endamtiya Îsweçê û Fînlandiyayê ya NATO yê qebûl nakin.
PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdoğan îro bi sedema seredana serokkomarê Cezayîrê Abdulmecid Tebbûn ya ji bo Ankara de, piştî pêşwaziyê, her dû serokkomar derketin ber çapemeniyê û di derbarê rojeva civîna xwe ya siyasî û darayî de agahiyan dan. Li ser mijara endamtiya Îsweç û Fînlandiyayê ya ji bo NATO yê, Erdoğan fikra xwe weha ragihand:
“Her dû dewlet jî li hemberê terorê tewrekî wan ya zelal tineye. Gotine wê roja duşemê werin Tirkiyê. Wê werin da me razî bikin. Bila li qûsûrê nerênin û xwe newestînin. Ew kesên ku dorpêçan datînin ser Tirkiyê, di vê pêvajoyê de, em ji wan re nabêjin werin û bibin endamê rêxistina ewlehiyê ya NATO yê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin